Kurdistan
Li Diyarbekirê 1 kes hat kustin
PeyamaKurd- Li Diyarbekirê li taxa Reza din av hala sebze û meyweyan de du grûb munaqeşe kirin û sîlihên mezin jî bikaranîn. Hat ragihandin k udi navbera wan re pirsgirêka arazaî heye û xusîmeta navbera wan ji berê de dewam dike. Niqaşa navbera wan bû şerê çekdarî û kesê bi navê M.A. yê 23 salî birîndar bû. Piştî birîndarbûnê wî birin nexweşxaneyeka taybet lê di encamê de wefat kir.
Polîs kamerayên ku di halê de ne û yên derveyê halê an ber halê birin bo tesbîta wan kesan bikin yên ku tevlî bûyerê bûne. Lêpirsîna polîs dewam dike.