TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Diyarbekirê 17 kes hatin binçavkirin

Admin H
Nivîskar
📅 12 berfanbar 2019 00:05

PeyamaKurd - Li navenda bajarê Amedê û hin navçeyên wê di encama biserdegirtina malan de 17 kes hatin binçavkirin. 

Li gorî zanyariyan, li navçeyên navendî yên Diyarbekirê  navçeya Rezan, Peyas û navçeyên Pîran, Licê, Hênê û Karazê cendirmeyan bi ser 29 malan de girtiye û piştî lêgerîna li malan hatiye kirin, 17 kes hatine binçavkiri.

Parêzgariya Diyarbekirê li ser binçavkirinan daxuyanî da û ragihand ku 17 kes bi hinceta “alîkariya rêxistina terorê” hatine binçavkirin. 

Parve bike: