TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Diyarbekirê 3 rêveberên HDP û DBPê hatin binçavkirin

Admin H
Nivîskar
📅 28 tebax 2019 18:41

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro di encama operasyoneke polîsan de, Hevserokê DBP yê Diyarbekirê Garip Kandemir, Hevserokê berê yê HDPya Diyarbekirê Mehmet Şerif Çamçi û endamê meclîsa Şaredariya Peyasê İsmail Bardakçi hatin binçavkirin.

Piştî ku 19ê Tebaxê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li şûna şaredarên rewa yên hilbijiartî yên Amed, Mêrdîn û Wanê qeyûm tayîn kiribûn, di operasyonan û çalakiyan de bêhtirî hezar kes hatine binçavkirin.

Di çarçoveya wan operasyonan de, îro hersê rêveberên HDP û DBPê jî hatin binçavkirin ku niha li Navenda Asayîşa Diyarbekirê ya Dijetororê tên girtin.

 

Parve bike: