TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Diyarbekirê avahiyek xistin karantînayê

Admin H
Nivîskar
📅 10 nîsan 2020 20:54

PeyamaKurd - Li navçeya Sûrê ya bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê avahiyek bi sedema vîrusa koronayê xistin karantînayê.

Avahiya 9 tewî ya li navçeya Sûrê bi sedema ku 3 kesên rûniştvanên wê bi vîrusa koronaya nû Covid-19 ketine xistine û testa wan pozîtîf derketiye xistin karantînayê.

Piştî ku her sê kesên ji heman malbatê tûşî vîrusê bûne rakirin nexweşxanê, avahî jî xistin karantînayê.

Polîsên Diyarbekirê bi bariyeran dora avahiyê girtine û nahêlin ti kes derkeve derve.

Li Diyarbekirê li gorî zanyariyên xwecihî bêhtirî 200 kes ji vîrusa koronayê li nexweşxaneyan tê dermankirin.

Parve bike: