TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Diyarbekirê çar bombe hatin teqandin

Admin S
Nivîskar
📅 04 rêbendan 2019 17:14

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku şeva borî li Diyarbekirê Navenda Polîsan a Yenîşehîr jî di nav de, li çar deverên cuda yên bajêr bombeyên bi destan çêkirî hatin danîn û teqandin.

Di teqînan de kesek birîndar bûye û 5 gumanbarên teqandina wan bombeyan jî hatine binçavkirin.

Li gor zanyariyan, komek kesên rûpûşkirî bombeyên bi destan çêkirî, li ber navenda polîsan, market û çend deveran teqandine û kesek jî birîndar bûye.

Parve bike: