Li Diyarbekirê, destwerdana Alaya Kurdistanê hat kirin
PeyamaKurd-Di pîrozbahiya 1 Gulanê, Cejina Karkeran a Cîhanê de li Diyarbekirê, destwerdana Alaya Kurdistanê hat kirin. Li gorî ragihandina Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê, (CNK) yên ku destwerdan kirine, endamên HDPê bûne û hewil dane ku Alaya Kurdistanê nekin qadê.
CNKê ragihand ku destwerdana Alaya Kurdistanê, li Qada Îstasyonê ya Diyarbekirê çêbûye. Di derbarê bûyerê de ji aliyê CNKê ve daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin û destwerdan bi tundî hat şermezarkirin.
Daxuyaniya Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê (CNK) ev e;
“Îro 1ê Gulanê, Cejina Karkerên Cîhanê; li Qada Îstasyonê ya Diyarbekirê bi beşdariya sendîkayên karkeran, hizbên siyasî bi rê ve çû. Li qadê, endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji ber bilindkirina Alaya Kurdistanê, êrîşî 2 endamên me yên jin kirin. Koma HDPê ku Hevseroka Şaredariya Erxeniyê Meryem Yildiz jî di nav wan de bû, hewil dan ku Alaya Kurdistanê ji destên endamên me bistînin û ji endamên me re gotine ku ew destûrê nadin ku Alaya Kurdistanê derbasî qada pîrozbahiyê bibe.
Ala Kurdistanê, ji aliyê pêşêngên Xoybunê, li Çiyayê Agiriyê û ji Agiriyê jî ji bo Komara Kurdistanê ya Mahabadê hatiye veguhestin û îro jî li Herêma Kurdistanê bi azadî û serberzî tê bilindkirin. Bi milyonan Kurd, ji bo bilindkirina Alaya Kurdistanê şehîd bûne. Em êrîşa li hember wê, bi tundî şermezar dikin.
Em ji Kurdistaniyên ezîz re eşkere dikin, ne hedê tu kesî ye êrîşî Alaya Kurdistanê bikin û em careke din dupat dikin li her cihekî Kurdistanê, em êrîşa li beramberî Alaya Kurdistanê û serweriya Kurdistanê qebûl nakin û em ê li hember wê êrîşê bisekinin.
Li aliyê din, li Qada Îstasyonê di dema êrîşa koma HDPê ya li dijî endamên me yên jin de dostên me yên endamên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, (PSK) li hember vê êrîşê rawestiyane û piştgiriya endamên me kirine. Em spasiya dost û hevsozên PSKyî dikin.”