TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Diyarbekirê di pevçûna çekdarî de 3 kes birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 24 tîrmeh 2024 02:56

PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê (Amed) li navça Reza di navbera du grûban de pevçûn derket û bi çekan li hev xistin. Birîndaran birin nexweşxanan û polîs dest bi lêpirsînê kir.

Hat gotin ku pevçûn di navbera xwediyê dukkanê û kirêkarê wî de derketiye. Bûyer li taxa Faihê li kolana Nukhet Coşkun de çêbûye û navê birîndaran nehat ragihandin.

Ji bo desteserkirina kesên ketine nav bûyerê polîs xebatên xwe dewam dike.

Parve bike: