TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Diyarbekirê du teref li hev xistin, kesekî mir û 2 kes birîndar in

Admin M
Nivîskar
📅 06 hezîran 2026 00:18

PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Peyasê (Kayapınar) di navbera du terefan de şer derket û di encamêde kesekî li nexweşxanê mir û 2 kes jî birîndar bûn.

Hat gotin ku ji berê de di navbera her dû terefan de nakokî hebûne. Di nav wan de 2 birîndar rewşa wan xweş nebûye û dema Sedat Çınar ê birîndar dibin nexweşxanê, li nexweşxanê can dide.

Ji bo otopsiya cesedê Sedat Çınar, cenzaê wî birine morga nexweşxanê. Tedawiya her dû birîndarên din li nexweşxanê dewam dike.

Parve bike: