Kurdistan
Li Diyarbekirê êrîsa qereqolê: 4 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li navçeya Bajarê Nû (Yenişehir) a Diyarbekirê bi bombeya destçêkirî 2 kesan êrîşî qereqolê kir û piştre jî reviyan.
Li gorî zanyariyan du kesan bi bombeya destçêkirî êrîşî qereqola polîsan (Şehitler Polis Merkezi) ya li navçeya Yenîşehîrê kir û li pey xwe jî gule reşandin û reviyan.
Hat zanîn ku di dema teqînê de 4 kesên li derdorê birîndar bûne.
Brîndarên bi navên Ayşegul Çetin 49 salî, Ahmet Balta 68 salî, Metin Peker 52 salî û Omer Onerê 59 salî bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.