TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Diyarbekirê heya niha 54 kes wefat kirine

Admin M
Nivîskar
📅 20 hezîran 2020 21:44

PeyamaKurd- Parêzgerê Diyarbekirê Münir Karaloğlu piştî civîna pandemiyê (Kovid-19) ya bajêr derket ber çapemeniyê û li ser pandemiyê axifî. Herkes heya niha meraqa rêjeyên Diyarbekirê dikir. Li Diyarbekirê heya niha 54 kes ji ber Kovid-19 ê mirine û 205 kes di nexweşxanê de ne. Ji wan 6 kes halên wan xweş nîne û bi cîhazên nefesê ve girêdayîne. Ji wan 20 nexweş di beşên hûrlênêrînê de ne. Kesên ku heya niha wefat kirine temenên wan di nav hev de 72 ye. Lewra naxwazin ku kesên temenên 65 salî zêde derên derve.

Parêzger got ku tedbîrên nûh bo Kovid-19 ê hatine sitendin û kesên ku maske nede ber devê xwe, wê 900 lîra ceza lê bibirin. Parêzger weha got:

“Piştî cejna Remezanê sistkirina seyahetan û zêdebûna tevgeran, kirin ku li Diyarbekirê test posîtîv derketin. Heya niha 54 hemwelatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Temenên wan li dora 72 ne. Li nexweşxaneyan 205 kes tên dermandikirin. Ji wan 20 kes di beşên hûrlênêrînê dde ne. 6 ji wan entube ne û bi cîhazê ve girêdayîne.189 kes di odeyên normal de tên dermankirin. Me 103 beşên hûrlênêrînê bo pandemiyê veqetandiye.”

Parêzger behsa halên nexweşxaneyan kir û rêjeyên adedên livînan kir. Kesên ku maske nedin ber devê xwe wê 900 lîra ceza lê bibirin. Eger maskeyê rast nedabe ber devê xwe, wê li wan jî ceza bibirin kontrola xwe zêde bikin. Di kargehan de eger maske nedabin ber devê xwe, wê bên hişyarkirin. Lê dubare bibe wê 3 hezar û 150 lîre ceza bidin wan. Dema sêbare bibe wê kargeh bo yek rojekî bê girtin. Di 1 ê temmîzê de wê salonên dawetan vebin. Eger ciyên wan yê servekirî hebin, wan deran bikarbînin baştire.

Parve bike: