TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Diyarbekirê ji ber deynan bi hev ketin: 1 kustî, 3 birîndar

Admin H
Nivîskar
📅 29 berfanbar 2020 20:10

PeyamaKurd – Li navçeya Rezan a Diyarbekirê li ser deynên karê sîteyekê di navbera du malbatan de pevçûn çêbû.

Hat zanîn ku bûyer li sîteyeke navçeya Rezan rû daye û ji ber rêveberê sîteyê deynê çêkirina derveyê avahiyê nedaye doz lê hatiye vekirin û biryara îcrayê li ser hatiye sepandin.

Di bûyera ku du malbat li ser deynan bi kêr û daran pev çûn de, rêveberê sîteyê Mahfuz Yavuzkiliçê 46 salî jiyana xwe ji dest da û du kesên bi navê Remzî A., Mehmet Suhudi E. û Ebubekir Y. jî birîndar bûn.

Parve bike: