Li Diyarbekirê kustina Jîna Emînî hat protestokirin
PeyamaKurd – Li Diyarbekirê Platforma Jinan li ser kuştina Jîna Emînî daxuyaniyek da û kuştina wê hat protestokirin.
Li parêzgeha Diyarbekir a Bakurê Kurdistanê Endamên Platforma Jinan a Dîcle Amedê bi armanca protestokirina kuştina Jîna Emînî daxuyaniyek dan û diyar kirin, dibe ku navê dewletan tê guhertin, lê ew wê hişmendiya kuştina jinan nas dikin û jinên ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatine kuştin jî hatin bi bîrxistin.
Platforma Jinan a Dîcle Amedê di daxuyaniya xwe de eşkere kir: “Li Iran, Ermenistan, Sûriye, Afxanistan, Ukrayna, Pakistan, Iraq, Kurdistanê û Tirkiyê hema hema li hemû cîhanê li beramberî mafê jiyan û azadiya jinan êrîş hene û jin tên kuştin. Ev encama hişmendiya wan desthilatan e ku dijminatiya jinan dikin.”
Herwiha Parlamentera HDPê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigit jî beşdarî çalakiyê bû û eşkere kir ku ol wek amûrekê tê bikaranîn û bi vî awayê kuştina jinan tê rewakirin. Herwiha polîtîkayên desthilata AK Partiyê yên derbarê jiyana civakî de jî rexne kir û got: “Ne tenê li Îranê li vî welatî û li her çar aliyê cîhanê jin ji aliyê mêran û ji aliyê hişmendiya ku nîjadperest, olperest û zayendperest e tên kuştin. Li vî welatî jî ji ber polîtîkayên AKP-MHPê rojane jin tên kuştin û wê têkoşîna me li berambar van kiryaran berdewam be.”
Keça Kurd Jîna Emînî êvara Sêşemê 13ê Îlona 2022an li Tehranê bi tohmeta xwenepêçanê hat desteserkirin û pişt re bo navenda polîsan hatibû veguhestin. Her çiqasî rayedarên Îranê red kiribû jî, lê bavê Jîna ragihandibû di dema veguhestinê de îşkence lê hatiye kirin û Jîna an Mehsa Emînî ji ber vê îşkenceyê piştî nîvroya Înê 16ê Îlona 2022ê li Nexweşxaneya Kesra ya Tehranê can daye.