Li Diyarbekirê metirsiya Covid-19 gihîst asta herî bilind
PeyamaKurd – Serokê Odeya Bijîşkên Amedê Mehmet Şerîf Demir ragihand, di belavbûna vîrusa koronayê de rewşa Diyarbekirê gihîştiye asta herî zêde ya metirsiyê ku hejmara pêketiyan Hezar û 150 kes derbas kiriye û got, hejmara pêketiyên li nexweşxaneyan di bin çavdêriyê de ne jî gihîştiye asta herî bilind.
Li gorî amarên dawî, bi taybet piştî betlaneya Cejna Remezanê û sistkirina tedbîran re li Diyarbekirê 150 kes zêdetir tûşî koronayê bûne û niha jî 200 kes bi tevahî li nexweşxaneyan di bin çavdêriya bijîşkî de ne ku rewşa 20 kesan jî xirab e.
Herwiha bêhtirî 300 nexweşên koronayê jî li malên xwe di bin çavdêriyê de ne.
Serokê Odeya Bijîşkên Amedê balê dikişîne ser biryarên asayîkirina jiyanê û dibêje, her roj hejmara tûşbûyan li Diyarbekirê zêde dibe û hişyariya zêdebûna metirsiyê da.