TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Diyarbekirê operasyona PKK ê: 21 zîndanî

Admin M
Nivîskar
📅 20 berfanbar 2019 03:59

PeyamaKurd- Li bajarê Diyarbekirê di 8 ê mehê de operasyona PKKê hatibû kirin û 26 kes hatibûn binçavkirin.26 kesên ku hatibûn binçavkirin, îfadeyên wan ji aliyê serodozgeriya Diyarbekirê de, li beşa TEM (Têkoşîna li dijî Terorê) ê de hatin temamkirin. Piştî derxistin dadgehê ji aliyê dadger de 21 kes ji wan şandin zîndanê û 5 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Li gor ragihandina rêvebiriya asayîşê; li gundeki navçeya Peyasê li du ciyan operasyon hatiye kirin û di encama operasyonê de 271 kîlo û 475 gram teqemenî, 8 heb bombeyên destî, 11 muhîmmatên roketavêjan, 13 fişekên roketavêjan, 6 klaşînkof, M-16 tiving, 2 hezar û 117 fişek, 175 kapsulên elektrîkî, 52 kumanda,15 heb dewreyên elektrîkê, 3 heb dewreyên ku distînin û didin, Dûrbîn, dûrbîna sîlihan, radyo, qîblename, kêr, tûlûmê razanê û alavên din ketibûn dest.

Parve bike: