Kurdistan
Li Diyarbekirê pevçûn: 1 kustî û 2 birîndar
PeyamaKurd – Li Diyarbekirê li taxa Şehitlikê di navbera du grûban de pevçûn derket û bi çekan lihev xistin. Di encamê de kesekî hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn. Bûyer ber destê êvarê çêbû.
Di pevçûnê de, Mazlum E., E.S. û A.E., birîndar bûn û piştî tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê, birîndaran birin nexweşxana Selahadini Eyûbi. Lê Mazlum E. li nexweşxanê can da. Li ser bûyerê lêkolîna edlî dewam dike.