Kurdistan
Li Diyarbekirê serê hilbijartinê: Kustî û birîndar hene
PeyamaKurd – Li gundekî navçeya Sûrê ya Diyarbekirê di dema dengdana hilbijartinên şaredariyê de, pevçûn di navbera du aliyan de derket.
Hate ragihandin ku pevçûna dar û beran a ser sindoqan a veguriye bikaranîna çekan kesek hatiye kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.
Hate zanîn ku pevçûna ser sindoqên hilbijartinê li ser muxtariyê rû daye û birîndar bi ambulansan bo nexweşxaneyên Diyarbekirê hatine veguhestin.
Hêjayî gotinê ye, di dengdana hilbijartinên herêmî de li Bakurê Kurdistanê gelek bûyerên bi vî awayî bi taybet li ser muxtariyan rû didin. Li Bakurê Kurdistanê dengdan li demjimêr 16:00 bidawî dibe û saetên êvarê dê hejmartina dengan dest pê bike.