Kurdistan
Li Diyarbekirê teqîn: Kustî û birîndar hene
PeyamaKurd – Li ser otorêya navbera Pasûr (Kulp) û Mûşê, bombeyeke vedayî bi otomobîlekê de hat teqandin.
Li gorî zanyariyên destpêkê di encama wê teqînê de kuştî û birîndar çêbûne. Derbarê hejmara wan de hîn ti agahiyên piştrastkirî nehatine, lê çavkaniyên herêmê dibêjin 7 kes birîndar bûne.
Çavkaniyên medya Tirkiyê radigihînin ku bombe bi wesayîteke sivîl de hatiye teqandin.
Piştî teqînandina otomobîlê gelek ambulans û tîmên hawarçûnê çûn cihê bûyerê.
Herwiha tîmên cendermeyan bo deverê hatine veguhestin.