Kurdistan
Li Doxansehrê qeza: 2 mirî û 4 birîndar
PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li navçeya Doxanşehrê ber destê êvarê 2 otomobîl lihev ketin û di encamê de 1 bira û 1 xwuşk wefat kirin û 4 kes birîndar bûn.
Otomobîla ku ji Semsûrê diçû Meletiyê, otomobîl ji kontrola ajotvan Ekber Ağzıküçük derket û li otomobîla ku ji pêş de dihat û Osman Sığırcı dajot, ket. Dîdarên qezayê agahiyê dan ciyên pêwendîdar. Polîs, tîmên tenduristiyê û îtfaiye çûn ciyê bûyerê.
Di qezayê de ji heman malbatê Nihat (49), Ekber (47), Sadiye (47), Perihan Ağzıküçük (44) , ji aliyê dinê Osman Sığırcı û Aysel Sığırcı birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê birîndaran birin nexweşxana Meletiyê ya Perewerdê û Lêkolînê.
Ji birîndaran Ekber û Sadiye Ağzıküçük li nexweşxanê can dan. Birînên her 4 birîndarên din xedarin.