Kurdistan
Li Duhokê 4 kesên din bi vîrusa koronayê ketin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku li nav sînoên parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê 4 kesên dinbi Koronayê ketine.
Wezareta Tendirustiyê îro Duşemê derbarê her çar kesên bi vîrusa koronayê ketine de diyar kir, nexweşên koronayê jineke temen 44 salî û 3 keçên temen 15 û 13 û 9 salî ne û şêniyên xelkê Duhokê ne.
Hêjayî gotinê ye, piştî zêdebûna hejmara pêketiyên koronayê li Herêma Kurdistanê, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ji bo 6 rojan ji nû ve qedexeya derve û çûnûhatinê ragihandiye ku heta 6ê Hezîranê berdewam dike.