TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Duhokê bi 76 milyar dînaran çend proje têne bicihkirin

Admin H
Nivîskar
📅 12 tebax 2020 22:36

PeyamaKurd - Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê eşkere kir, bi nirxê 76 milyar Dînaran hejmarek proje li Duhokê têne bicihkirin, projeyên pêşîne jî projeyên rê û avê ne.

Wezareta Şaredarî û Geştûguzar di daxuyaniyekê de aşkere kir, tevî qeyrana darayî, serokatî û rêveberiyên şaredariyan yên ser bi Wezareta Şaredariyê û Geştûguzar, li tevahiya bajar û bajarokên bi armanca pêşkêşkirina xizmeta zêdetir ji welatiyan re, bi kar û projeyên xwe berdewam in. Projeyên pêşîne jî, ewên pêwîstiya welatiyan ên rasterast pê heye ne, wek projeyên rê û avê ne.

 Serokatiya Şaredariya Duhokê di sala 2019an de, hejmareke mezin ji projeyan bi zêdetir ji 76 milyar Dînar bicih kiribûn, yan pê de berdewam in ji bo xizmetkirina welatiyan. Projeyên Serokatiya Şaredariya Duhokê di sala 2019an de ji van pêk tên:

- Yek proje ku ji 5 projeyan pêk tê, niha di qonaxên bicihkirinê de ne, bi gujmê nêzîkî 74 milyar Dînar li ser budceya plan û werberhênana wezaretê ku ji aliyê kompanyayeke cibicîkar ve tê encamdan, rêjeya encamdana 2 projeyan %100 e û 2 projeyên din bi rêjeya % 85 û %11 e.

- Her li sînorê Serokatiya Şaredariya Duhokê, 45 projeyên curbicur bi gujmê nêzîkî 770 milyar Dînar li ser budceya %17 a şaredariyan hatine encamdan. Herwiha projeyeke din jî bi 65 milyon Dînar li ser budceya rêxistina GIZ hatiye encamdan.

- Li ser dahata her du şaredariyên rojhilat û rojava û endezyariya parkan, 7 projeyên din bi gujmê zêdetir ji 809 milyon Dînar hatine encamdan.

- Herwiha 29 projeyên din li ser pêşîneya berdewam bi gujmê zêdetir ji 565 milyon Dînar hatine encamdan.

- Birê 14,943 ton qîr ji aliyê Kargeha Qîr ve berhem hatine ku ji bo projeyên nûjenkirin û qîrkirina rêyan bikar hatine. Tevî wê jî, rojane 488.28 ton gelaş gemar hatine komkirin, firêdan û yan çareserkirin ku ji bo sala 2019an de dike zêdetir ji 1.700 milyon ton, ev jî xerciyeke mezin dixwaze û yek ji sekorên girîng ên rêveberiya şaredariyan e ku rojane bi berdewamî karê komkirina gilêş û gemara mal, bazaran û cihên giştî dibe.

- Tevî wan proje û karên li jor hatine diyarkirin, her di sala 2019an de birê konkrîtkirinê gihîşt 6,936,5 sêcar. Herwiha çandina şitlan ji bo zêdekirina rûbera keskahiyê, bi awayekî ku rêjeya keskahiyê li wê sînorê gihîştiye %13.

Parve bike: