TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Duhokê erdhejek bi tundiya 4.3 pile qewimî

Admin L
Nivîskar
📅 25 îlon 2021 17:01

PeyamaKurd – Rêveberiya giştî ya rewşa hewayê û erdheja Kurdistanê diyar kir, li Duhokê erdhejek bi tundiya 4.3 pile qewimî.

Rêveberiya giştî ya rewşa hewayê û erdheja Kurdistanê destnîşan kiriye, derengiya şeva borî li Duhokê erd hejiya.

Wê dezgehê herwiha eşkere kiriye, erdheja han di saet 02.43yan de, bi tundiya 4.3 pile û navenda wê jî 63 km dûrî navenda bajarê Duhokê bûye.

Li gorî zanyariyan, ji ber erdhejê ti ziyanên canî û malî nebûne.

Parve bike: