Kurdistan
Li Duhokê fabrîqeyek bo paqijkirina çopên 13 deveran tê avakirin
PeyamaKurd - Li bajarê Duhokê yê Herêma Kurdistanê, fabrîqeya ku pirsgirêka paqijiyê ya 13 şaredariyan çareser bike tê avakirin.
Li ser malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye ragihandin ku çêkirina fabrîqeya çopê ya li Qadişiyê 3 sal in dewam dike ji sedî 85 bidawî bûye û gihîştiye asta bidawîbûnê.
Fabrêqeya navborî xwedî rûbereke 96 kîlomter çarçik e û wê pirsgirêka paqijkirina çopê ya bajarok û nehiyeyên Duhokê yên Zawîte, Bagira, Şeladize, Çemankî, Kanî Masî û çend deverên din çareser bike.
Hatiye diyarkirin ku dema ew fabrîqe dest bi kar bike, wê hem gelek kes bo kar bên wergirtin hem jî ji bo nehiştina qirêjiyê li herêmê bibe alîkar.