TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Duhokê serê malbatan: Kesek hat kustin, yek jî birîndar bû

Admin H
Nivîskar
📅 03 rêbendan 2022 00:32

PeyamaKurd - Li navçeya Berdereş a parêzgeha Duhokê di encama şerê 2 malbatan de, kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.

Rêveberiya Polîsê Duhokê ji ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand, li navenda navçeya Berdereş şer di navbera 2 malbatan de rû daye û di encamê de kesek hatiye kuştin û kesek jî hatiye birîndarkirin.

Rêveberiya Polîsê Duhokê eşkere kir ku ji ber şer tîmên wan çûne cihê bûyerê û dest bi lêkolînan kirine.

Parve bike: