Kurdistan
Li Edenê 7 kes bi hinceta endambûna PKKê hatin desteserkirin
PeyamaKurd - Li bajarê Edenê 7 kes bi hinceta endambûna PKKê 7 kes hatin desteserkirin.
Li bajarê Edenê yê Tirkiyê bi hinceta ku li ser navê rêxistinên PKK-KCKê çalakî pêkanîne di derbarê 8 kesan de biryara girtinê hat dayîn.
Li gorî nûçeyên medyaya Tirkiyê, Şaxê Tekoşîna Dijî Terorê ya Rêveberiya Ewlehiya Edeneyê li hemberî kesên navborî operasyonek da destpêkirin.
Hêzên Asayîş û Hêzên Tevgera Taybet jî piştgirî dan operasyonê û bi ser hinek malan de girtin û di encama derdegirtina malan de 7 kes hatin desteserkirin.
Kesên hatin desteserkirin, piştî kontrola tenduristiyê ji bo lêpirsînê bo rêveberiyên ewlehiyê hatin şandin.
Herwiha hat ragihandin ku ji bo desteserkirina kesekî din operasyon hêj berdewam e.