Kurdistan
Li Edenê operasyona DAISê: 5 kes hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Li Edenê bi fermana serdozgeriya komarî ya wî bajarî, li dijî rêxistina terorê ya DAIŞê operasyonek encam da û di wê operasyonê de 5 gumanbar hatin desteserkirin.
Îro înê dane sibehê bi piştgiriya tîmên taybet li dijî malên gumanbaran operasyon encam dan û di encama wan operasyonan de 6 kesên biyanî hatin desteserkirin.
Di operasyonê de 2 gumanbarên iraqî, 3 sûriyeyî, bi giştî 5 gumanbar hatin desteserkirin. Herweha di operasyonê de herweha hejmarek materyalên dîjîtal ên rêxistinê jî hatin bidestxistin.
Piştî desteserkirinê ji bo kontrola tenduristiyê gumanbar birin Tibba Edlî ya Edenê.