Kurdistan
Li Edenê otobêzeke rêwiyan qulibî: 2 kes mirin û gelek kes birîndar bûn
PeyamaKurd - îro şemiyê danê sibehê li bajarê Edenê yê Tirkiyê otobûsa rêwiyan qulibî. Li gorî agahiyên destpêkê di bûyerê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 29 kes jî birîndar bûne.
Otobûsa rêwiyan ku ji Rihaya Bakurê Kurdistanê diçû Mêrsînê, li derdora saet 04:45an li Çaterêya Dr. Sadik Ahmet ji kontrola şifêr derket û qulibîye. Di bûyerê de gelek kes birîndar bûne.
Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar gelek tîmên tendirustî, polis û agirvemirandinê bo cihê bûyerê hatin şandin.Li gor agahiyên destpêkê, di bûyerê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 29 kes jî birîndar bûne.
Birîndar bi ambûlansan bo nexweşxaneyan hatine veguhestin û derbarê bûyerê de lêkolîn û lêpirsîn dewam dikin.