Kurdistan
Li Edremît a Wanê hawara quduzê: 7 taxan xistin karantînayê
PeyamaKurd – Li bajarê Wanê li navça Edremitê hawara quduzê hat li dar xistin û 7 taxên navçê xşstşn karantînayê. Komisyona Zabita tenduristiyê ya heywanan biryarê da ku ciyên li wan virusê tesbît kirine, biryara karantînayê ji bo wan dane. Gera heywanan ya di kolanan de biş temamî hat qedexekirin.
Li Edermitê 9 nexweşînên quduzê tesbît kirine: Merkez Cami, Yeni Mahalle, Elmalık, Eminpaşa, Eski Cami, Süphan û Şabaniye.
Li deverên karantînaye tevgerên heywana dan rawestandin. Pisîk, se, welaq, mîh û bizin.
Hat ragihandin ku dema seyeki bi kesekî bigre dive yekser agahiyê bidin ciyên pêwendîdar da mudaxele bikin.