Li Efrînê 4 çekdarên girêdayî Tirkiyê hatin kustin
PeyamaKurd – Li gorî ragihandina jêderên ji herêma Efrînê, 4 çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê kar dikin, li Efrînê hatin kuştin.
Hat ragihandin ku bombeyeke vedayî li gundê Kosa yê navçeya Bilbilê bi komeke çekdar de hatiye teqandin û di encamê de hejmarek çekdar hatin kuştin.
Herwiha baregeheke koma Firqeya Sultan Murad jî li navçeya Şera bi naricokan hat aramanckirin û di encamê de 2 çekdar hatin kuştin.
Li gorî çavkaniyan ev êrîşên dawî ji ber nakokiyên di navbera komên çekdar de hatine kirin û xwe bi xwe êrîşî hevdu kirine.
Hêjayî bibîrxistinê ye, doh jî li navenda bajarê Efrînê bi 5 moşekan êrîşeke hatibû kirin ku 5 kesan can dabû û bêhtirî 10 kes jî birîndar bûbûn.
Li aliyê din “Hêzên Rizgarkirina Efrînê - HRE” jî ragihandiye ku wan di rojên 16 û 18ê Adarê de, hejmarek çalakî