Li Efrînê daristanek hat sewitandin
PeyamaKurd - Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên herêmî, ragihand ku çekdarên Sultan Murad ên girêdayî Tirkiyê daristana gundê Berava yê navçeya Şera ya Efrînê şewitandin.
Hat diyarkirin ku çekdarên Sultan Murad bi zanebûn agir bi daristanê xistine daku tawanên birîna darên piraniya daristanê binixumînin.
Rêxistinê daye xuyakirin ku heta piraniya daristanê şewitiye, piştre tîmên agirkujiyxê mudaxe kirine.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê da zanîn ku çekdarên Semerqend bi serkêşiya Ebû Cîhad ê ku di vê dawiyê de ji Lîbyayê vegeriyaye, hilberîna simaqê ya şêniyên gundên Remedana, Rûta, Hec Hesna, Hec Qasim û Dela desteser kiriye û bi rêya muxtarên gundan firotine kesê bi navê Azad Sebrî.
Herwiha çekdaran bi hinceta danûstandina bi Rêveberiya Xweser re, nehiştiye xelkê wan gundan simaqê berhev bikin.