Kurdistan
Li Efrînê jin û mêrek hatin revandin
PeyamaKurd – Kiryar û binpêkirinên mafên mirovan ên komên çekdarên girêdayî Tirkiyê li Efrînê berdewam dikin û her dawî jin û mêrekî din hatin revandin.
Malpera Afrin Post ragihandiye, berî 2 rojan jina bi navê Şêrîn Mihemed ji gundê Kaxir yê navçeya Mabatayê, hatiye revandin. Herwiha çekdaran piştî berdana hevjînê Şêrîn bi demekê, ew ji mala wê ya nêzî çerxerêya Maratayê revandiye.
Meha borî jî çekdaran jina bi navê “Eyşa Xelîl Kidro” tevî 4 jinên Êzîdî, ji gundê Birc Ebdalo revandibûn. Sivîlê bi navê Fexrî Ebû Elî yê ji navçeya Şera jî hatiye revandin ku ew birine cihekî nediyar. Fexrî berî niha jî hatiye revandin û piştî dayîna milyonek lîreyê sûrî hatibû berdan.