Li Efrînê komên çekdar li ser firotina rêya qaçaxçîtiyê ser kir
PeyamaKurd - Li navçeya Reco ya Efrînê şer di navbera çekdarên ku Tirkiye piştevaniya wan dike de derket.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand, di navbera komên girêdayî çekdarên Feyleq El Şam yê li bajarokê Meydan Ekbez ê bajarê Recoyê de şer derketiye.
Hatiye diyarkirin, fermandarekî çekdarên koma El Sidîq a Feyleq El Şam xwestiye bi 45 endamên ve tevlî koma çekdar a Firqeya Sultan Silêman Şah-El Emşat bibe.
Herwiha li gorî çavkaniyan, ji ber ku rêya qaçaxçîtiyê ya di bin kontrola Feyleq El Şamê de ye wê bifirotana çekdarên El Emşat di navbera wan de alozî çêbûye.
Rêxistinê daye zanîn ku çekdarê bi navê Ebû Ereb Hemewiye dema hewl dida ji bajar bireve hatiye girtin û radestî çekdarên Feyleq El Şamê hatiye kirin.
Hate diyarkirin, ji bo berdana wî çekdarî şer di navbera komên bi navê Ebû Ereb Hemewiye û fermandarê bi navê Ebû Tahûn ku her du kom girêdayî Feyleq El Şamê de rû daye. Derbarê ziyanên wî şerî de ti agahî nehatine parvekirin.