Li Efrînê Kurdî ji bernameya ezmûnên xwendinê hat derxistin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Hikûmeta Demkî ya Opozisyona Sûriyê Kurdî ji bernameya ezmûnên xwendinê li herêma Efrînê derxistiye.
Li gorî zanyariyan, tevî zimanê Kurdî di nava bernameya xwendinê de hebû, lê ezmûna zimanê Kurdî di bernameyê de nehatiye.
Di tabloya baregehê hikûmeta demkî jî li herêma Efrînê bi zimanên Erebî, Tirkî û Înglîzî hatiye nivîsandin û zimanê Kurdî di nav de tuneye.
Ji dema ketina Efrînê ve û heta niha, gelek zanyarî ji nava Efrînê û bajarok û gundewarên derdora wê tên, ku hewil tê dayîn bi awayekî sistematik demografiya herêmê tê guherin.
Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê di 20ê çileya 2018an de dest bi operasyona Şaxa Zeytûnê bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kiribûn û piştî 58 rojan ji şer, di 18ê Adarê de navenda bajarê Efrînê xistibûn bin kontrola xwe.