Kurdistan
Li Efrînê mayîn bi traktora cotkaran de teqiya
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku doh li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê mayînek bi traktora cotkarekî de teqiya jina cotkar ku ligel wî bû can da û cotkar jî birîndar bû.
Li gorî çavkaniyên xwecihî li navçeya Racoyê ya Efrînê mayînek bi traktorekê de teqiya ku cotkarekî û hevsera wî tê de bûn.
Hat zanîn dema ku cotkarê bi navê Nazimî Henan Ismaîl (96) û hevsera xwe Emîne Hisên (60) di nava erdê xwe yê li gundê Qasim ê navçeya Racoyê bûn û mayînek bi wan de teqiya.
Di teqînê de Emîne Hisên jiyana xwe ji dest da û Nazimî Ismaîl jî birîndar bû ku xelkê birîndar rakir nexweşxaneya bajarê Efrînê.