TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Efrînê xwepêsandan li dijî Tirkiyê hatin kirin

Admin L
Nivîskar
📅 04 hezîran 2022 15:59

PeyamaKurd – Li Efrînê û çend deverên din yên di bin kontrola Tirkiyê de, li dijî Tirkiyê welatiyan xwepeşandan kirin û avahiya saziya elektrîkê ya Efrînê hat şewitandin.

Li gor dîmenên hatina belavkirin, li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan li dijî saziyên Tirkiyê hatine kirin û saziya elektrîkê ya li bajarê Efrînê hatiye şewitandin û kelûpelên li nav avahiyê hatine şikandin.

Hat zanîn, nerazîbûn ji ber xerabiya rewşa elektrîkê û bilindkirina bihayê elektrîkê û xerabiya rewşa jiyanê pêk hatiye.

Herwiha xwepêşanderan dirûşmên li dijî Tirkiyê gotin û yek ji dirûşmên wan ew bû ku bila Tirkiye ji herêmê derkeve.

Herwiha piraniya xwepêşanderan jî, ji derveyî Efrînê hatine.

Parve bike: