TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Elbak a Wanê xortekî Kurd bi guleya leskeran hat kustin

Admin H
Nivîskar
📅 14 hezîran 2020 23:05

PeyamaKurd - Li gundê Qaşqol ê navçeya Elbakê ya bajarê Wanê, di encama gulebarandina leşkeran de ciwanekî Kurd jiyana xwe ji dest da û kesekî din jî bi xedarî birîndar bû.

Hat ragihandin ku li gundê Qaşqol ê girêdayî navçeya Elbakê ya Wanê, di encama gulebarandina leşkeran de ciwanê 20 salî yê bi navê Emrah Gorur jiyana xwe ji dest da û kesê bi navê Saîm Yilmaz jî bi xedarî birîndar bû.

Hat zanîn ku Yilmaz bo Nexweşxaneya Lêkolînê ya Wanê hatiye veguheztin û cenazeyê Gorur jî rakirine morga Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê.

Li gorî şahidên bûyerê, dema Emrah Gorus û Saîm Yilmaz zeviyên xwe av didan û sewalên diçêrand, ji aliyê leşkeran ve hatine gulebarankirin.

Bavê Emrah Gorur jî berî 3 salan wefat kiriye ku wî debara dayik û 7 xwişk û birayên xwe dikir. 

Parve bike: