TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Elbistanê du otomobil lihev ketin: 6 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 20 mijdar 2021 02:30

PeyamaKurd – Li bajarê Maraşê li navça Elbistanê du otomobil bi serî lihev ketin û di encamê de 6 kes birîndar bûn. Kesên di otomobîlan de asê bûn, ji aliyê tîmên îtfaiyê, polîs û tenduristiyê de hatin derxistin.

Ajatvan Salih B. û Hüseyin K. û kesên di otomobîlan de  Yusuf K., Hidayet B., Döndü B. û zarokekî 8 salî ji aliyê tîmên 112 ê de hatin birin bo nexweşxana Elbistanê. Rewşa birîndaran baş nîne.

Parve bike: