TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Enbarê hêzên ewlehiyê du planên DAISê pûç kirin

Admin L
Nivîskar
📅 12 adar 2021 16:30

PeyamaKurd – Li parêzgeha Enbarê, hêzên ewlehiyê du planên DAIŞê yên armanckirina çend deverên Kerkûk û Enbarê pûç kirin.

Li gor Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl bi daxuyaniyekê diyar kir; hêzên ewlehiyê li parêzgeha Enbarê du endamên DAIŞê desteser kirin, ku dixwestin bombe li bazareke qerebalix a Felûceyê deynin.

Resûl da zanîn; tevî desteserkirina her du endamên DAIŞê, dest danîne ser 42 bombe û 4 katyûşa û hejmarek gulleyên hawin.

Derbarê Kerkûkê de jî destnîşan kir; endamekî DAIŞê hatiye desteserkirin ku dixwest bombeyek li ser rêya karwana serbazî ya Artêşa Iraqê vede.

Parve bike: