Kurdistan
Li Entabê 2 otomobîl lihev ketin: 8 birîndar
PeyamaKurd – Li bajarê Entabê li navçeya Nûrdaxiyê 2 otomobîl lihev ketin û di encamê de 8 kes birîndar bûn.
Her dû ajotvanên otomobîlan û 6 kesên ku di otomobîlan de bûn tev birîndar bûn. Birîndar ji aliyê tîmên lezgîn yên tenduristiyê de hatin birin bo nexweşxaneyên der û dor. Rewşa birîndaran ji aliyê mirinê de baş e.