Kurdistan
Li Entabê 20 hektar daristan sewitî
PeyamaKurd- Li bajarê Entabê li navçeya Îslahiyê agir bi daristanê ket û 20 hektar daristan şewitî. Sedema şewatê heya niha nayê zanîn. Rêvebiriya Daristanê ya bajarê Kîlîsê û tîmên îtfaiyê yên bajarê Entabê, bi 23 arazozan, 2 tankên avê û 5 alavên mudaxeleyê mudaxeleyê agir kirin. Sedema zêdebûna agir ew bû ku ba zêde dihat û bû sedem ku agir belav bû.
Ji der û dor jî alîkarî bo vemirandina agirê daristanê hat. Ji navçeya Dörtyol a bi ser bajarê Hatayê û ji bajarê Maraşê 5 helîkopterên agirvemirandinê gihîştin ciyê şewatê û piştî 3 sietan karibûn agir vemirînin lê cemidandina daristanê dewam dike. Eger ciyê şewatê necemidînin, dibe ku ji nû de agir belav bibe.