TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Erbîlê (Hewlêr) 3 roj sîn hat ragihandin

Admin M
Nivîskar
📅 17 rêbendan 2024 02:06

PeyamaKurd – Piştî êrîşa Îranê ya ser Erbîlê, parêzgerê Erbîlê Umîd Xoşnaw ragihand ku 3 roj şîn ragihandine. Êrîşên Îraniyan yên ser xelkê sîvîl bi tundî hatin şermezarkirin. Parêzgerê Erbîlê Umiîd Xoşnaw bi nivîskî ragihand û got:

“Bê ku ti sedemekî hebe xelkê sîvîl kirine hedef. Êrîş ne rewa û zalimane ye. Em êrîşê bi tundî şermezar dikin. Ji bo cangoriyan me 3 roj şînê ragihandiye.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotibû ku êrîşên fuzeyên balîstîkî yên Îranê, êrîşekî namerdane ye û divê êrîş bê bersiv nemîne.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi tundî li hemberê êrîşê rawestiyabû û gotibû:

“Li hemberê vê neheqiyê û zilmê em nikarin zêdetir bêdeng bimînin. Ê me jî sînorê sebra me heye.”

Parve bike: