Kurdistan
Li Ercîsê 60 koçber hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Li bajarê Wanê li navçeya Ercîşê tîmên cendirmeyan mînîbusekî dan sekinandin û di mînîbusê de 60 koçberên hebûn, hatin desteserkirin. Ajotvanê mînîbusê H.T. wexta direviya ew jî hat desteserkirin.
Operasyon li ser agahdarkirina cendirmeyan hat kirin û di operasyonê de KOM, JASAT û fermandariya qereqolê hebûn. Ji koçberan 59 kes Afxanistanî û 1 kes Pakistanî bû.
Ajotvanê mînîbusê ji aliyê dadgehê de hat zîndanîkirin û dewletê dest danî ser mînîbusê. 60 koçber, piştî tesbîta nasnameya wan teslîmê rêvebiriya koçberan ya bajarê Wan ê kirin.