TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Erzeromê du grûb pevçûn: 8 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 03 îlon 2022 21:04

PeyamaKurd – Li bajarê Erzeromê li navça Yaqûtiye, di kolana Goristana Tepe de du grûbên ku leqayê hev bûn, bi sedemekî ku nehat zanîn pevçûn û di navbera wan de şer derket. Her dû grûb bi dar û keviran lihev xistin û hev kolan bi kolan gerandin.

Di encamê de 8 kes birîndar bûn û polîs bi zahmetî her dû grûban ji hev veqetan. Di encamê de 8 kes birîndar bûn. Brîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanên cuda.

Lê hat zanîn ku her dû grûbên lihev xistine mirovên hevin.

Parve bike: