Kurdistan
Li Erzeromê mirovê jina xwe kust, sandin zîndanê
PeyamaKurd – Li bajarê Erzeromê li navça Palandokenê kesê bi navê Halil C (71) li mala xwe ya li taxa Abdurrahman Gaziyê, bi çekê li jina xwe ya bi navê Hamgül Ciğerli (73) xist û wê kuşt. Cenazê jinê birin morga nexweşxana bajêr ya Erzeromê. Gumanbar birin ber dadgehê û dadgehê wî şand zîndanê.
Bûyer di wextê sibê de çêbû û kujer Halil C. li taxê, ji çayxaneyekî li polîs geriya û teslîm bû. Dema polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê, dîtin ku jinik miriye û cenazê birin morga nexweşxana bajêr.