TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Erzinganê di Gulanê de berf bariya: Sivanêk mirî hat dîtin

📅 25 gulan 2020 12:38

PeyamaKurd – Di meha Gulanê de li Erzînganê berf bariya û berfbarîn dibe sedema astengiyan. Li zozanan Terêm şivanekî hat dîtin.

Li Erzingana bakurê Kurdistanê berf bariya û li neqebên Kizildag, Sakaltutan û Ahmediyê wesayîtên bê zincîr di rê de man.

Polîsên trafîkê ji ber berf û bagerê ji rêwiyan xwest ku demekê li tesîsên li ser rê rawestin û piştî ku bager sekînî bi rêya xwe de biçin.

Li gundê Koçyatagî şivanê bi navê Suleyman Akpolat mirî hat dîtin. Termê Akpolatî ji bo lêkolîn û lênerîna adlî rakirin morga nexweşxaneyê.

Parve bike: