Kurdistan
Li Erziromê erdhej çêbû
PeyamaKurd – Li Erziromê di saet 03.27an de bi lerza 4an erdhejek pêk hat.
Li gor agahiyên li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) erdhejeke bi lerza 4an pêk hat ku navenda erdhejê navçeya Koprukoya Erziromê ye.
Hat diyarkirin ku erdhej 7,02 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.