Kurdistan
Li Erziromê erdhejeke bi tundiya 4.6 rû da
PeyamaKurd - Li bajarê Erzirom ê Bakurê Kurdistanê, îro 11ê Hezîranê erdhejeke bi tundiya 4.6 rû da.
Serokatiya Karesatan û Rewşên Lezgîn a Tirkiyeyê AFADê ragihand ku li demjimêr 10:41ê li navçeya Aziziye ya Erziromê erdhejeke bi hêza pileya 4.6 çêbû.
Hat ragihandin ku kûrahiya erdhejê 7 kîlometre bûye û li navçe û bajarên derdorê jî hatiye hîskirin.
Hêjayî gotinê ye, ji dema erdhejên mezin ên 6ê Sibata 2023yan ên navend Mereşê ve, li bajarên cuda yên bakurê Kurdistanê bi hezaran erdhejên bi tundiya cuda rû didin ku metirsiyê çêdikin.