TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Ezirganê ji ber talûka hezê xaniyan tehliye kirin û rê girtin

Admin M
Nivîskar
📅 28 tebax 2026 17:03

PeyamaKurd – Li bajarê Ezirganê li naça Cîmîn (Üzümlü) yê li gundê Üçlerê di gundewaran de tevgera erdê çêdibe û dibe ev tevger di pêşde bibe sedema ku hez li erdê bikeve. Rayedar ragihandin ku ji ber tevgera erdê, dibe hez li erdê bikeve û jiyana xelkê deverê bikeve talûkê.

Rayedarên îdarî, leşkerî û teknîkî li devera navborî lêkolînan kirin, ji xelkê xwestin ku xaniyan tehliye bikin û reya erebeyan ku di deverê de derbas dibe, ji çûn û hatê re bigrin.

Tevgera erdê li seriya Erka Korkoruyê tesbît kirin û 6 xaniyên rezan tehliye kirin. Ji niha û pê de dê şaredariya navçê û AFADê tevgera erdê bişopînin.

Parve bike: