TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Farqînê (Silîva) leskerekî bi gula qezayê can da

Admin M
Nivîskar
📅 04 îlon 2024 01:59

PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Farqînê leşkerekî ku ji sîliha hevalê wî gule derket, jiyana xwe ji dest da.

Li gor ragihandinê; li navça Farqînê leşkerê bi navê Y.G. (28) dema hevalê wî sîliha xwe paqij dikir, gula wê teqiya û li Y.G. ket. Li ser bûyerê tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.

Ji ber birîna leşker giran bû, wî sewqê nexweşxana zanko ya Dîclê ya Diyarbekir kirin. Lê leşkerê navborî li nexweşxanê can da. Lêpirsîna bûyerê dewam dike.

Parve bike: