TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Gergerê otomobîlekî û mînîbusekî qeza kirin: 5 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 27 gulan 2021 02:21

PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê li navçeya Gergerê otomobîlekî û mînîbusekî lihev ketin û di qezayê de 5 kes birîndar bûn. Qeza ber destê êvarê li ser rêya Gergerê û Diyarbekirê li ser km ya 5 an çêbû.

Di qezayê de İsmet Yayan (60), Tülin Gül (17), Zekiye Gül (26), Elif Gül (22) û İpek Gül (24) birîndar bûn. Li ser qezayê tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Tîmên tenduristiyê birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Kahtayê. Rewşa birîndaran başe û di wan de xeterî tineye.

Parve bike: