TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Germiyanê berpirsekî DAISê hat kustin

Admin L
Nivîskar
📅 29 berfanbar 2021 14:01

PeyamaKurd – Kujerê Rêveberê berê yê Asayîşa Kuleco û Berpirsê Operasyonên Asayîşa Germiyanê hat kuştin.

Li gor zanyariyan, di operasyona hêzên Lîwaya 54 a Artêşa Iraqê de li gundê Ebûlxazî yê li rêzeçiyayên Hemrînê, terorîstê DAIŞê yê bi navê Ebdulxenî Îbrahîm Rehîm hat kuştin.

Hat diyarkirin; ew çekdarê DAIŞê berpirsê kuştina Rêveberê Asayîşa Kuleco Simko Elî û Berpirsê Operasyonan ê Asayîşa Germiyanê Aso Mam Celal Misoyî û hejmarek Pêşmergeyên din bû.

Rêveberê Asayîşa Kuleco herwiha destnîşan kir: “Beriya niha zanyariyên me li ser wî terorîstî hebû ku serperiştiya wan êrîşan kiriye.”

Parve bike: